Dermale

Merheba ji wer canik û camêrno. Van deman her kes qala dermala û qeliyê dike. Ji ber ku wexta çêkirina qeliyê ye. Yên ku temenê wan mezinin, meselê zanin. Lê yê ku temenpiçûk zêde nizanin. Ji ber ku ev çanda dermala û qeliyê hema bêje ji nav gel rabûyî. Sebeba wê ya ewil jî ji ber biha ye.

Amedekirina qeliyê ji havînî destpê dike. Li hêla Mêrdîn piranî cange tê kirîn û heta meha berfanbarê tê xwedîkirin. Ew cange ji hûndir nayê derxistin. Wer girêdayî ye. Bi şev û roj ceh didinê bo ku goşt bigrê û qelew bibe. Rebenê cange jî hay ji bayê felekê tuneyî û dixwe û hey dixwe. Ew qas qelew dibe ku êdî bi zor gav diavêje. Ji xwarina xweş û zêde cange gewî û bitir dibe. Pir caran bi qoça tê însanan. Gava bo êmkirinê derin ba wî hema bi lez û bez û ji dûr ve êm dirêjî wî dikin û direvin. Gelek bûyerên qoçkirinê diqewime û gundî û cîran dibên; cangê filankeso wan qoç kiriye û birîn kiriye. Ev qelewbûna ne ji rêzê bi şibandin bo însana jî tê gotin û dibêjin, filankeso bûye weke dermala.

Belê, piştî ku dibû meha berfanbarê dixan bi ser her malê diket. Di neqlan de goşt sor dikin. Roja ku wê qelî bihata çêkirin, keç û jinên malê serê sibê radibûn û nanê sêlê lê dixistin. Berî ku qelî çêbibe goşt li ser sêlê sor dikirin û dixistin nav nanê sêlê û dixwarin. Weke mîhrîcanê bû. Kesê ku qelî çê dikir bangî meriv û dosta jî dikir. Helbet gundî û cîran jî lê kom dibûn. Tu kes bê xwarina qeliyê ranedibû. Kesê ku dihat berî silavê digotin, ser xêrê be. Ê te dî bê şîrove jî nedibû. Her kesek û gor tama devê xwe digo; wele şor çêbûyî an digotin, we pir sor kiriye hişk hatiye û hwd. Kuro de qelî hatiye ber destê we bixwin û dengê xwe nekin ha. Piştî karê çêkirana qeliyê xelas dibû dixistin tenekê rûn. Pir û hindik bûna qeliyê bi pîvana teneka bû. Her kes ji her kesî dipirsî û digotin, qeliya we çend teneke derket. Hinka bo nezerê hindik digot. Te dît ên dinê jî lê vedigerand û digo; wele cangê we gir bû. Çima wiha kêm derket. Ji xwediyê qeliyê re ma hincet tune bû. Wî jî lêvedigerand û digo; wî filankes. Ma te bidîta. Tevda don derket. Îja çend mehê zivistanî me bi şev û roj qelî dixwar. Heta di taştê da lo. Dihat wê merhelê êdî em ji qeliyê aciz dibûn. Ku digotin şîv an firavîn qeliye me digo; de ho hoo… Hema qelî û hey qelî. Ma qey tirşikek tunebû. Îro ro jî em bi tirşikê biecîne lo.

Ev tiştên min got edî hew tê jiyandin. Ji ber ku goşt pir buha bûyî. Kîloyên goşt çarsed in. Tew qelî. Hew şîveke lê kîloyek wê şeş sed wereqe ye. De wer û wê qeliyê bixwe lo. Ka wê çawa di ber me de here. Ew ro diya min go, ka em çend kîlo qelî çênekin. Min go, dayê ger tu ji bo min dibê dev jê berd e. Ev qeliya buha wê di ber min de nere. Te dî gotinek hebû. Digotin, ji mecbûrî mirov goştê mirîşka jî dixwe. Hahh. Ji wê bolfiriya goşt û qeliyê bû ha. Îro goştê mirişka bûye komek pere. Welhasil, qal û bahsa dermala û qeliyê heyî lê ji sedî yek çê dike.

Îja, wan sala hevalek min hebû. Qelî çêkiribûn. Min hew şîvek jê xwar. Û ne bi tiştekî çima em ji hev du nexweyidîn. Her tişt li hêlekê bê ez çi li ber qeliyê ketim. Min go wele qelî jî ji dest çû. Û min rabû li ser qeliyê helbestek komîk nivîsî. Helbest wiha bû.

Tu li ber min neket

Ma tu li ber qeliya salê jî neket

Gihaşt havînî û bi ser hev du kesk ifnik dayî

Qemîş jî nakim bavêjim ji vî lundirî

Li ser êzinga me bi hev du re pişirand

Û bi arê êgir xwêdana me herikî

Nava goştê hûrkirî

Destê min lê nagere bidim kûçik û pisîkê li ber derî

Ez ê ne bixwim ne jî bidim tu kesî

Ma ne tu çûyî

Bila bimîne û bide bêhna genî

Her ku bêhn bikim bila ez bi bîr bînim

Bê te çi anî vî serî

Bêhn bikim û bifikirim

Bê tu niha di hembêza kê da mexel hatî

Da ku te bi kerb bavêjim ji vî dilî

Belê heyra, me ji hêla însana mesele got. Lê wexta tu difikirî bo xwarina zikê xwe mirov wahşetê dike. Tu ajala serjê dikî û jiyana wan bi dawî dikî. Xwezî ne tenê însan giyanê li ser rûyê erdê gişan hew gîha û pincar bixwarina. Wê demê ev wahşet jî wê neqewimiya. Lê qey çerxa dinyê wer ava bûye.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*